Bûyer, li herêma Shinbashiya navenda Tokyoyê pêk hat.
Li medyaya welat di qata yekemîn a avahîyeke 6 qatî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat.
Piştî teqînê cam û kevirên ku şikestin li derdorê belav bûn û şewata ku derket jî li 2 daîreyan belav bû.
Ji cîhê herêmê re gelek ekîbên îtfaîye hatin sewqkirin.
Îtfaîyeya Tokyoyê diyar kir 4 kesên ku emrên wan di navbera 50 û 70 da ne birîndar bûn û ji bo tedawîyê hatin rakirin nexweşdaneyê.
Sedema teqînê tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)