Karwanê Hêvîyê li Êlihê ji hezaran malbatan re goştê sor belav kir

Karwana Hêvîyê yê ku bi minasebeta Îda Qurbanê li çar alîyê Tirkîyê bi şîara “Bira Qurbana we Bibe Hêvî” jêkirin û belavkirina qurbanan tertîp dike, li Êlihê jî ji gelek malbatan re goştê sor belav kir.

Ekleme: 03.07.2023 11:40:34 / Güncelleme: 03.07.2023 11:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya Êlihê bi belavkirina qurbanan rûyê gelek feqîr û mihtacan kêfxweş kir.

Goştên qurbanê yên ku li cîhê jêkirinê a li xirbe ji teref qesaban ve û di nav cîheke paqij de hatin serjêkirin, ji malbatên êtîşm, sêwî û feqîrên ku berê hatibûn tespîtkirin re tevahî ji 3 hezar malbatan re hat belavkirin.

Nurettîn Teymurê Endamê Sazîya Bireveberîya Êlih a Karwanê Hêvîyê derheqê fealîyetên qurbanê de daxuyanîyek da û got ku ew goştên qurbanên ku xêrxwazan ji wan re bi wekaletî dane ji êtîm, feqîr û mihtacan re gihandine.

Teymur diyar kir ku ew bi tevî nêzê sed wesayît û bi hezarî endam û dildaran ji bo belavkirina goştê qurbanê xwe seferber kirine, bang kir ji bona ku van malbatan cardin kêfxweş bibin bira xêrxwazan alîkarîyên xwe bidomînin.

“Me di nav cîhekî paqij de û ji teref qesebên westa ve serjêkirinên xwe kir”

Teymur weha axivî, “Em wek Karwanê Hêvîyê yê Êlihê di fealîyetên xwe yên qurbanê de bi şîara “Bira Qurbana we Bibe Hêvî” bi tevî endam û dildarên xwe ji bona malbatên mihtac dest bi xebatê kir. qurbanên me yên ku me ji xêrxwazên xwe bi wekaletî stand di nav cîhekî paqij de û ji teref qesebên westa ve serjê kir. Piştî serjêkirina qurbanên me rojekî di nav bûzxaneyê de hatin betlandin û dûre jî bi tevî dildar û endamên xwe bi 2 kîloyî kir nav poşatan û dûre jî belav kir.”

“Me ji 3 hezar malbatên xwe re goştê qurbanê gihand”

Teymirê ku diyar kir ku ew bi tevî hezaran dildaran van qurbana belav kirine weha got, “Piştî hazirîyên me bi tevî sedan wesayît û bi hezaran dildarên xwe ji malbatên êtîm, sêwî û erdhejzedeyan re goştan belav kir. 15 hezar malbatên feqîr yên ku li cem me qeydkirîne heye û em jî di vê îdê de encax ji 3 hezaran malbatan re goşt belav kir. Bangekî me ji xêrxwazên me re heye ku; em wek Karwana Hêvîyê salik 12 meh li cem malbatên xwe yên mihtac in. Em hemû alîkarîyên xwe yên ku ji bo mihtacan re bikin didomînin. Bira Xwedayê min ji we hemûyan razî bibe û xêra we qebûl bike.” (ÎLKHA)