Kabîne ew ê sibê bicive

Kabîneya Serokkomarîyê, ew ê sibe di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de li Beştepeyê bicive.

Ekleme: 03.07.2023 11:15:33 / Güncelleme: 03.07.2023 11:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di kabîneya ku ew ê piştî betlaneya Îda Qurbanê bicive de, asta zemê ku ji meaşên emekdar û memuran re bê kirin jî di nav meddeyên rojevê de cîh bigre.

Xeyn ji vêya ew ê endamtîya NATOyê a Swêdê jî di rojevê de be.

Xebata qanûna torbeyê di koordînasyona Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokkomar de tê meşandin.

Di rojevê a ku di kabîneyê de bê gotubejkirin de; sazkirina derheqê rewşa emekdaran de, sînorkirina zêdekirina kirêyê a bi ji sedî 25ê re û ji bo ciwanan negirtina baca komputer û telefonê bi cîh bigrin.

Asta zêdekirina kirê a ji sedî 25ê re di 1ê Tîrmehê de dawî bûbû.

Tê hêvîkirin ku ev dîsa ji 2yê Tîrmeha sala 2023yan dest pê bike û ji bo salekî bê dirêjkirin jî di kabîneyê de bê gotûbejkirin. (ÎLKHA)