2 miltecîyên ku ketin nav Çemê Firatê fetisîn

Li navçeya Bêrecûka Rihayê 2 mirovên welatîyê Sûrîyê ku ketin nav Çemê Firatê fetisîn û canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.07.2023 10:09:46 / Güncelleme: 02.07.2023 10:09:46 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, 3 kesan ji bona ku xwe hênik bikin ketin nav Çemê Firatê.

Ji 3 kesan yek ên ku difetisîyan bi îmkanên xwe ji avê derket, lê 2 kesên ku di avê de winda bûn, di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de cesedên wan hatin dîtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)