Li Kenyayê qeza: 48 mirî, 20 birîndar

Hat ragihandin li bajaroka Londiani yê Kenyayê kamyoneke ji kontrolê derket li gelek wesayîtan qelibî. Hat diyarkirin ku di qezayê de 48 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 01.07.2023 10:15:30 / Güncelleme: 01.07.2023 10:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li bajaroka Londiani yê li rojavayê welêt kamyoneke barhilgir ji kontrolê derket  û li 6 wesayîtên ku di nav wan da mînîbusek û motorsîkletek jî hebû qelibî.

Di qezaya zincîrê ya ku pêk hat de li gor tespîtên ewil 48 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)