Karwana Hêvî û rêxistinên alîkariyê yên bira li Efxanistanê ne

Karwana Hêvîyê, IHO Ebrar,  Avrupa Yetim Elî, Weqfa Yetîman goştên wan qurbanên ku bi wekiltî serjêkiribûn li Efxanistana ku Amerîkaya îşxalker zirareke mezin dabûyê belav kirin.

Ekleme: 01.07.2023 09:30:32 / Güncelleme: 01.07.2023 09:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ku Îmarata Îslamî di 15ê Tebaxa 2021an da hat ser îdareya Efxanistanê, Karwana Hêvîyê, IHO Ebrar,  Avrupa Yetim Elî, Weqfa Yetîman li Efxanistanê dest bi xebatên xwe kirin û di Eyda Qurbanê da gelê Efxanistanê tenê nehiştin. Sazîyên alîkariyê goştê qurbaniyên ku ji Tirkiye û welatên cuda yên Ewropayê bi wekalet hatin serjêkirin teslîmî gelê Efxanistanê kirin.

Nûnerê Kerwana Hêvîyê yê Efxanistanê Nurullah Seîd Haşimî destnîşan kir Karwana Hêvîyê, IHO Ebrar,  Avrupa Yetim Elî, Weqfa Yetîman digel hev li Efxanistanê qurbanan serjê dikin û ew ê goştê wan qurbanan ji gelê Efxanistanê re belav bikin. Haşimî dû re wisa got: “Me bi 4 saziyên alîkariyê yên bira; Karwana Hêvîyê, IHO Ebrar,  Avrupa Yetim Elî, Weqfa Yetîman li Efxanistanê xebata qurbanê da destpêkirin. Me zêdeyî 300 dewar serjê kirin û wê ev bigihêjin 14 parêzgehan. Tevî ku serjêkirina me berdewam dike, hîna jî pêwîstiya me bi qurbaniyan heye. Ez bi navbeynkarîya we ji xêrxwazan re teşekkur dikim.”(ÎLKHA)