HUDA PAR bi 8 partîyan re îda hev pîroz kir

HUDA PAR di çarçoveya ziyaretên pîrozbahîyê ya ku ji ber minasebeta Îda Qurbanê tên kirin de bi 8 partîyên siyasî re îda hev pîroz kir.

Ekleme: 30.06.2023 14:45:38 / Güncelleme: 30.06.2023 14:45:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di heman demê de heyetên HUDA PARê û yên partîyên siyasî yên AK Partî, Partîya Seadetê, Partîya Ji Nû Ve Refah, Partîya Yekîtîya Mezin, Partîya Rêya Mîllî, Partîya Dahatû, Partîya DEWA û bi Partîya Çepa Demokratîk  çûn serdana hev eydên hev pîroz kirin.

Di ziyaretên ku hatin kirin de terefan îdên hev pîroz kirin û her wisa derheqê mijarên di rojevê de yên mîna; îqtîsad, problema debarê, destheqê kêmtirîn û şewitandina Quranê de nirxandinan kirin.

Di ziyareta ku hat kirin de Alîkara Serokê Giştî ya HUDA PARê  Belgîn Uygur wê bûyera şewitandina Quranê ya ku li Swêdê pêk hat bi tundî şermezar kir û got: “Vê yekê em xemgîn kirin. Em vê yekê bi tundî şermezar û telîn dikin. Her wisa em  wan meqamên  Swêdê yên ku ji vê yekê re destûr dane jî şermezar dikin.”

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr jî di hevdîtinê de destnîşan kir, bi hilbijartinên dawî Tirkîye ketiye pêvajoyeke nû û wiha got: “Ez hêvî dikim ev pêvajo ji bo welêt bibe wesîleya xêrê. Bi hilbijartinên dawî bi gel re hêvîyeke zêde çêbû. Divê rûheke bi hêz û hevpar bê amadekirin ji bo amadekirina makeqanûneke nû, çareserîya tesetturê û meseleyên din.”(ÎLKHA)