Zekerîya Yapicioglu roja duyem a îdê li herêma erdhejê derbas dike

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu  li Semsûrê wan erdhejzedeyên ku di erdhejê de nasên xwe winda kirin ziyaret kir û îda wan tebrîk kir.

Ekleme: 29.06.2023 15:40:35 / Güncelleme: 29.06.2023 15:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu û heyeta pêre serê şeveqê gihaştin navçeya Kahtaya Semsûrê û ewilî çûn serdana malbata Mehmet Yavuzê ku di sala 2019an de rehmet kir.

Di ziyareta ku hat kirin de rozeta HUDA PARê ya rehmetî Mehmet Yavuz ji teref birayê wî Adem Yavuz ve ji Yapicioglu re hat hedîyekirin.

Yapicioglu piştî vê ziyaretê çû ziyareta welatîyên ku di erdhejê de zirar dîtin û nasên wan rehmet kirin. Di dema ziyaretan de Yapicioglu hal û wextê erdhejzedeyan pirsî û îda wan pîroz kir.(ÎLKHA)