IHO EBRAR li Etiyopyayê goştê qurbanê da bi hezaran feqîran  

Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî IHO EBRAR di çarçoveya xebatên qurbanê yên sala 2023yan de goştê qurbanê ku ji hêla xêrxwazan ve hatî dayîn teslîmî bi hezaran mirovên feqîr ên li Afrîkayê kir.

Ekleme: 29.06.2023 10:55:33 / Güncelleme: 29.06.2023 10:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

IHO EBRARa ku li Etiyopyayê di çarçoveya Eyda Qurbanê de  xebatên xwe yên alîkarîyê goştê bi sedan dewarên qurbanan teslîmî feqîrên Afrîkayê kir.

Dildarê IHO EBRAR'ê Salîh Başatogrul di nirxandina ku kir  de diyar kir ku wan emanetên qurbanên ku ji Ewropayê wergirtine teslîmî kesên muxtac kirine.

Basatogrul diyar kir ku ew dixwazin ev alîkarî berdewam bikin û wiha got: "Ez eyda li hemû kesî pîroz dikim. Hêvî dikim ku cejn ji bo hemû mirovahiyê xêr û xweşiyê bîne. Em wek dildarên IHO EBRARê ji Îngilistanê hatin vir. Li Etiyopyayê serjêkirina qurbanan berdewam dike. Goştê sed qurbanên ku me serjê kirin teslîmî bi hezaran malbatan kirin. Rebbê min ji hemû xêrxwazan razî be, xêra her kesî qebûl bike.” (ÎLKHA)