Yetim Eliya Fransa bi kincên cejnê zarokên sêwî yên Afrîkayî kêfxweş kir

Yetim Eliya Fransa ku ji bo xebatên alîkariyê pêk bîne çû Etiyopyayê, beriya Cejna Qurbanê bi bexşîna cil û şekalan bi sedan zarokên sêwî kêfxweş kir.

Ekleme: 28.06.2023 11:50:36 / Güncelleme: 28.06.2023 11:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zarokan bi alîkariya Yetîm-Dera Fransa ku bi bexşên xêrxwazan ve bi kincên xwe yên nû ketin Cejna Qurbanê kêfxweş bûn.

Dildarê Yetim Eliya Fransa, Harun Suiçer daxuyanî da û diyar kir ku wan beriya Cejna Qurbanê ji bi sedan zarokên sêwî yên li Etiyopyayê re cil û şekal diyarî kirin.

Suiçer, diyar kir ku alîkariya ku didin zarokên sêwî têrê nake û banga alîkariyê li kesên xêrxwaz kir.

Suîçer, anî ziman ku zarokên Afrîkayê gelek êş kişandine û wiha got: "Em wek Yetim Eliya Fransa îro li Etiyopyayê ne. Me li vir bi cil û bergan bi sedan zarokên sêwî kêfxweş kir. Bi pêlav, pantol û kirasan me alîkariya wan kir. Zarokên li vir pêdiviya wan bi cilûbergan heye. Hinek ji wan cil û bergên xwe yên baş li xwe nakin. Hewa gelekî sar e. Ji bo vê jî divê cilên stûr bên bexşandin. Di vî warî de em li benda alîkariya xêrxwazan e"(ÎLKHA)