Li Dîyarbewkirê di febrîqeyê de şewat

Li navçeya Rezan, şewata ku di febrîqeyê de derket di encama xebateke 2 seatan de hat tefandin.

Ekleme: 27.06.2023 10:10:05 / Güncelleme: 27.06.2023 10:10:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê di nav depoya febrîqeyê de şewatek derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Şewata ku ji ber çi derketîyê nayê zanîn, di demeke kurt de ji ber eşyayên nav depoyê mezin bû.

Teqînên ku di dema şewatê de dem bi dem çêdibûn, ji derdorê re dibû sedema tirsê.

Hat diyarkirin xebatên ji bona sedema derketina şewatê hatine destpêkirin. (ÎLKHA)