Li Dîyarbekirê di navbera malbatên neyar de aştî pêk hat

Li gundê Embara navçeya Bismila Dîyarbekirê neyartîya di navbera malbatên Koç û Işiklarê de hebû, bi beşdarbûna rîspîyan bi aştîyê encam bû.

Ekleme: 26.06.2023 10:40:30 / Güncelleme: 26.06.2023 10:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komeleya Rîspîyên ku di sala 2020an de hatibû damezrandin, li navçeya Bismilê neyartîya navbera du malbatan jî bidawî kir.

Di pevçûna ku di 7ê Mijdarê a sala 2022yan de di navbera malbatên Koç û Işiklarê de pêk hatibû de 1 jê giran 2 kes birîndar bûbûn.

Dûre jî Alî Bîlmez, Mela Musa Kiliç, Nufer Şen û Abdullah Baharê endamên Komîsyona Aştî ya Komleya Rîspîyan di encama xebateke demdirêj de herdu alîyan jî ji bo aştîyê îqna kirin.

Bi qebûlkirina aştîyê a herdu malbatan jî bernameya aştîyê hat tertîpkirin.

Ji bernameya aştîya ku di mala şînê ya gundê Embarê de hat tertîpkirin re, rîspîyên herêmê, eqrebeyên alîgiran û gundî beşdarî bûn. Alîgirên ku aştîyê qebûl kirin yek bi yek di bin Quranê de derbas bûn û sond xwarin, dûre jî hevdû hembêz kirin. (ÎLKHA)