Li Hondurasê êrîşa çekdarî: 11 mirî

Li Hondurasa ji welatê Emrîqaya Navîn e, di êrîşa çekdarî ya ku ji ewyanekî bîlardoyê re hat kirin de 11 kesan mirin.

Ekleme: 26.06.2023 10:15:31 / Güncelleme: 26.06.2023 10:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîş, li bajarê Choloma wîlayeta Cortesê pêk hat.

Xiomara Castroyê Serokê Dewletê, daxuyand qatilên kirên ên ku ji teref çeteyên tiryakê ve bi pere hatine kirêkirin êrîşî eywanekî bîlardoyê kirin, 11 kes mirin.

Castro, piştî êrîşê li herêmê qedexeya derketina derve îlan kir.

Miguel Martinezê berdevkê Polêsê Neteweyî, got ku di êrîşê de 10 zilam 1 pîrek mirîye.

Ev êrîş, piştî pevçûna ku di 20ê Hezîranê de di nav girtîgehê de pêk hatibû û herî kêm 46 pîrek canê xwe ji dest dabûn pêk hat. (ÎLKHA)