Endamên Hecê di rêya Erefatê de ne

Endamên hecê yên ku ji bona îbadeta hecê bicîh bînin çûn axên mibarek îro ji bona ku weqfeya Erefatê bicîh bînin bi rê dikevin. Endamên hecê yên ku di roja erefeyê de nimêja nîvro û esrê cem’ bikin dûre jî ew ê weqfeyê bikin.

Ekleme: 26.06.2023 10:05:32 / Güncelleme: 26.06.2023 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Endamên hecê yên ku ji bona îbadeta hecê bîcîh bînin li axên mibarek in, ji bona ku bibin hecî ji wezîfeya dawîn re xwe amade dikin.

Bi milyonan endamên hecê ji bona çûndina Erefatê hazirîyên xwe yên dawî temam kirin.

Ew ê endamên hecê derkevin Erefatê û li wê derê duayê bikin û îbadetê bikin. Ew ê nimêja serê sibehê jî li wê derê bi cemaetî bikin û nimêja nîvro û esrê jî cem’ bikin.

Endamên hecê, ew ê bi duakirina ji teref Alî Erbaşê Serokê Karên Dîyanetê li weqfeyê bisekinin.

Piştî weqfeyê jî, bi vebûna sînorên Erefatê ew ê hecî biçin mizdelîfeyê.

Hecîyên ku nimêja mexrîb û ‘eşayê bi cem’î bikin, piştî mizdelîfeyê ji bona ku kevir  bavêjin şeytan ew ê biçin herêma Cemeratê.

Tewafa Zîyaretê û wezîfeya Sa’yê ên ku piştî kevir avêtina ji şeytan re biçin Mescîdî Heramê ew ê xwe traş bikin û ji îhramê derkevin. (ÎLKHA)