Li Swêdê trêna lunaparqê ji rê derket: Kesek mir, gelek birîndar bûn

Li paytexta Swêd Stockholmê di encama qezaya ku trên ji rê derket û ket de, kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.06.2023 17:07:54 / Güncelleme: 25.06.2023 17:07:54 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Stockholmê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn vagonekî trêna lunaparqê ji rê derket.

Di vagona ku ji bilindahiya 30 metreyan ket de kesekî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji cihê bûyerê bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Piştî bûyerê lunaparq hat valakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)