Li Îranê bahoza tozê: 330 kes rakirin nexweşxaneyê

Mecid Mohibbiyê Midûrê Giştî yê Bireveberîya Krîz a Belucistan-Sistanê, derheqê bahoza toz a li herêmê de daxuyanî da.

Ekleme: 25.06.2023 16:40:06 / Güncelleme: 25.06.2023 16:40:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mohîbbî, destnîşan kir ku di nav 3 rojên dawîn de 330 kes ji ber bahoza tozê serlêdanê nexweşxaneyê kirin.

273 kesên ku serlêdanê nexweşxaneyê kiribûn hatin derxistin, lê tedawîya 57 kesan hêj didome.

Hat diyarkirin ku ew ê bahoza li herêmê heta roja Duşemê bidome.

Rayedaran diyar kirin ku bira mirovên ku nexweşîna wan yê dil û hilmê hene dernekevin derve. (ÎLKHA)