Balafirên Rus li Îdlîbê li ser sîvîlan bombebarand

Li bajarê Îdlîba Sûrîyê, balafirên Rus ji cîhê bazarê re bombe avêt, di encama bombebarandinê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.06.2023 14:20:32 / Güncelleme: 25.06.2023 14:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Baretên Spî yên Parastina Sîvîl yê Sûrîyê, daxuyand balafirên Rusyayê ji bazara sebzeyan a ku li herêma Cisr el-Şuğura Îdlîbê ye re êrîşa asîmanî kir.

Medyayên mehellî jî diyar kirin ku xeyn ji balafirên Rusyayê balafirên rejîmê jî li Îdlîbê ji hinjek herêman re bombeyan avêt.

Di encama bomberandinê de heta niha herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî birîndar bûn.

Balafirên Rus di êrîşa ku doh kiribû de 2 sîvîl miribûn. (ÎLKHA)