Li Emrîqayê pir hilweşîya

Li wîlayeta Montanaya Emrîqayê pirek hilweşîya, di encama hilweşîna pirê de trêna bar ket xwarê. Di bûyerê de mirî an jî birîndarbûn çênebûn.

Ekleme: 25.06.2023 12:15:29 / Güncelleme: 25.06.2023 12:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di Çema Yellowstoneya li navçeya Stillwatera Montanayê de pêk hat.

Li gorî medyaya Emrîqayê, trêneke ku kewkurt û qîra germ bar dikir, di dema ku li ser pirê de derbas dibû pir hilweşîya. Di bûyerê de çend wagonên tirê ketin nav çem.

Piştî bûyerê derheqê mirî an jî birîndaran de ti daxuyanîyek nehat dayîn.

Rayedaran jî piştî qezayê, ji bona ku tesîra kîmyasalan a ji bo derdorê lêgerînan dan dest pê kirin. (ÎLKHA)