Feyda serjêkirina qurbanê

Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Mela Fesîh Memîş derheqê ehemîyeta îbadeta qurbanê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Memîş got ku “ji hêla ferdî û civakî ve gelek zêde feydeya serjêkirina qurbanê heye.”

Ekleme: 24.06.2023 14:05:32 / Güncelleme: 24.06.2023 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji Îda Qurbanê re çend rojên jimartî man ku derheqê ehemmîyeta serjêkrina qurbanê de alim nirxnadinên xwe didomînin.di vî warî de nirxandinek jî ji Serokê Komeleya Evîndarên Pêxember Mela Fesîh Memîş ve hat.

Memîş di nirxandina xwe de balan kişand li ser ehemmîyeta serjêkirina qurbanê: “ ev îbadet ji bo ku însan rizaya rebbê xwe qezenc bike firsedeke mezin e. Lewra di îbadeta qurbanê de, samîmîyeta Hz. Îbrahîm û teslîmîyeta Hz. Îsmaîl heye. Ji ber vê yekê dema ku îro mislimanek qurbanek serjê dike weke Hz. Îbrahîm di warê samîmîyetê de û weke Hz. Îsmaîl di warê teslîmîyetê de tê îmtîhankirin. Bi heman awayî di qurbanê de alîkarî, destek û muhabbet heye. Dîsa ew mislimanê ku qurbanê serjêbike ji nexweşîya destengî û qesîsbûnê xelas dibe.

 Memîş di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser wan kesên ku îmkana wan heye lê qurbanê serjê nakin û got: “ Pêxemberê me(Silavên Xweda li ser bin)  derheqê vê yekê de dibêje: her kî qeweta wî ya îqtîsadî li cî be û hal û wextê wî xweş be, lê di rojên qurbanê de , qurbanê serjêneke bila nêzî mizgeftên me nebe. Ji vê gotinê bi xwe jî tê famkirin pêxemberê me çi qas qedr û qiymet daye qurbanê.”(ÎLKHA)