Li Îmaratê ji ber Îda Qurbanê ji mehkûman re ef hat derxistin

Li Îmaratê ji bo zêdetirî ji 2 hezar û 600 mehkûman qirara efûyê hat derxistin.

Ekleme: 24.06.2023 11:05:32 / Güncelleme: 24.06.2023 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Îmaratê Muhammed b. Zayîd El Nehyan bi minasebeta Îda Qurbanê ji 988 kesan re, Emîrê Şarîqayê Sultan bîn Muhammed El Qasimî ji 390 kesan re, Emîrê Re’sul Haymeyê Suud Bîn Sakr ji 356 kesan re, Emîrê Acmanê Hûmeyd bîn Raşîd en-Naîmî ji 166 kesan re, Emîrê Fûceyreyê Hamed bîn Muhammed eş-Şerqî ji 108 kesan re efû derxist.

Alîkarê Serokê Îmaratê, Serokwezîr û Emîrê Dûbaîyê Şêx Mûhemmed bîn Raşîd el Maqtûm jî bi wesîleya îdê ji bo 650 mehkumî re teleba efûyê kir.

Li gorî van agahîyan li welêt bi wesîleya îdê ji zêdetirî 2 hezar û 600 kesan re efû hat derxistin. (ÎLKHA)



Etiketler: