Li Entabê qeza: 6 mirî 1 birîndar

Di encama qezaya ku li Entabê pêk hat de 6 kes wefat kirin û 1 kes jî birîndar bû.

Ekleme: 24.06.2023 09:40:29 / Güncelleme: 24.06.2023 09:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Bulvara Recep Tayyîp Erdogan a li navçeya Şehît Kamîl pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin du wesayîtên ku navê şofêrên wan nehat hînbûn li hev qelibîn. Di encama qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûn.

Kesekî ku birîndar bûbû rewşa wê jî giran e û li nexweşxanê tê tedawîkirin.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Etiketler: