Ji festîwalên ku ciwanan îfsad dikin re bertek

Xelkê Rihayê yên ku ji festîwalên ji teref Şaredarîyê ve bi navê Festîwala Ciwanîyê tênê tertîp kirin û ji nirxên civakê re terse re bertekan nîşan didin, diyar kirin bira pereyên ku ji van festîwalan re tênê xerckirin ji herêmên erdhejê re bênê şîyandin.

Ekleme: 23.06.2023 16:55:31 / Güncelleme: 23.06.2023 16:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bertekên ku ji “Konseran û Şahîyên Havînê” yên ku di dema havînê û girtina dibistanan de, li navendên bajêr ji bo ciwanan tênê tertîpkirin û giştî exlaqê civakê xera dikin re tênê didomin.

Ji konserên ku civakê bêesil dikin re bertekek jî ji Rihayê hat.

MEHMET EMÎN ATAŞ

“Ger ku li cîhekî şîn hebe û li alîyekî dinê jî şahî hebe ev ne rast e”

Mehmet Emîn Ataşê ku diyar kir gerek ev pereyên ku ji konseran re tênê dayîn ji erdhejzedeyan re bên dayîn weha axivî, “Armanca konseran çîye, nayê zanîn. Xelq bereday bereday kêfê dikin. Ji konseran re pereyeke mezin tê xerckirin. Tiryak û eraq tênê xwarin. 3-4 sal berê ez çûbûm konserekî. Li wê derê tiryakê bikardianîtin. Ev tiştekî rast nîne. Li welatê me felaketekî hat jîyandin. Ji bona vê felaketê xebatek bê kirin ew ê baştir be. Welatê me ji rojên zehmet derbas dibe. Ger ku li cîhekî şîn hebe û li alîyekî dinê jî şahî hebe ev ne rast e. Koka rojavayîbûnê jî ji li van tiştan tê. Ê ku bi bajarê Pêxemberan dikeve; jîyandina wek wan e. Tênê bajarê Pêxemberan û ji te re heqaretê dikin. Tu jî li wê derê kêfê dikî. Ev tişt bêexlaqîyekî ku tu ji xwe re dikî ye. Dema ku edeb û exlaq qut bibe serrastkirina wê gelek zor e. Koma Zakkumê hatîye û lafên ku mirov bigre devê xwe heyayê dike kirîye. Tu vana ji bona çi tînî? Navekî bi zekkumê çêdibe gelo? Konseran rewşeke ku exlaqê ciwanan xera dike ye. Ji cîhê konseran re bira ji erdhejzedeyan re alîkarî bê kirin. Ez yekî Rihayî me van konseran naxwazim. Divê butçeya ku ji konseran re tê cudakirin ji erdhejzedeyan re bê dayîn.”

MUHAMMED KAPLAN

“Ger ku şaredarîyan ji xelqê xwe re xizmetê bikin ew ê baştir be”

Muhammed Kaplanê ku ragihand gerek ji xelqê ku ji erdhejê tesîrdar bûne re xwedî bê derkevin weha axivî, “Şaredarîyan pêşî li xelqê xwe binhêrin baştir e. Me erdhejê hê nû derbas kir. Di erdheja mezin de hinek cîhan xera bûn. Însanên ku di rewşeke xerab de ne hene. Ger ku şaredarîyan ji xelqê xwe re xizmetê bikin ew ê baştir be. Heta ku ji bo konserekî 1 milyon lîre didî tu dikarî bi wê pereyê qonitan lêbikî. Tu dikarî îmkanê karê çêbikî. Bi taybetî tu dikarî ji erdhejzedeyan re alîkarîyê bikî. Gelek kesan ji ber erdhejê perîşan bûne. Ji cîhê ku alîkarkirina ji xelqê xwe re hebe hûn diçin konseran tertîp dikin?”

MEHMET GUMUŞKOLAN

“Ez muhîmtîya ku ji konseran re tê dayîn tişteke bêmantiq dibînim”

Mehmet Gumuşkolanê îfade kir şaredarîyan pereyên fuzulî xerc dikin weha axivî, “Cîhê ku şaredarî karên baş bikin heye lê ew diçin wê pereyê didin konseran ez vê tiştê bêmantiqî dibînim. Ji konseran re mesrefeke mezin diçe. Heta ku şaredarî ev pereyê ji konseran re xerc bike bira ji erdhejzedeyan re bide ev tişt mantiqlîtir e. Ew karê ku dikin ji bo forsê ye an jî ji bona Xwedê ye? Em bawerîya xwe bi şaredarîyan tînin û rayan didin wan lê piştî hilbijartinê ji însanan re hurmeta wan namîne. Tu kes derdên însanan gohdar nake. Em bawerîya xwe bi şaredarîyan tînin lê ger ku ew xeletîyan bikin ew ê li axiretê herdu destê me li bendika wan be. Em ê hesabê ji wan bipirsin.”

Abdulkadîr Bagci jî weha got, “Erdhejzedeyên ku av bi destê wan nakeve hene. Erdhejzedeyîyan jî ne însan in? Van konseran ji bona ku însanan ji rê derxînin hene.” (ÎLKHA)