Kutluayê Serwaîzê Bûrsayê: Me’neya jêkirina qurbanê nêzbûna ji Xwedê re ye

Mehmet Kutluayê Serwaîzê Bûrsayê derheqê îbadeta Qurbanê de nirxandinan kir, got ku cîhê qurbanê di Îslamê de cîheke muhîm e û armanca esil a dayîna qurbanê jî nêzbûna ji Xwedê re ye.

Ekleme: 23.06.2023 12:15:39 / Güncelleme: 23.06.2023 12:15:39 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Kutluayê ku bi minasebeta Îda Qurbanê a ku nêzve tê nirxandinan kir, diyar kir ku dayîna Qurbanê ji bona nêzbûna ji Xwedê re wesîleyek e.

“Îbadeta Qurbanê îbadeteke ku Pêxemberê me bi hessasîyetî li ser disekine ye”

Kutluayê ku diyar kir cîhê îbadeta Qurbanê di dînê me de cîheke wî yê cuda heye weha got, “Dema ku qala îbadetan tê kirin wan îbadetan wek ferz, wacîp û sinnet tênê cudakirin. Îbadeta Qurbanê jî wek îbadetê dinê ê ku Pêxemberê me (Selat û selam li ser wî be) bi hesssasîyetî li ser disekine ye. Di hedîsekî de Pêxemberê me weha dibêje, ‘Kê ku qeweta wê hebe û qurbanê nede û wê îbadeta qurbanê bi cîh nayne bira nêzê musallayê me, nimêjgeha me û mizgefta me neyê.’”

Mehmet Kutluayê Serwaîzê Bûrsayê

“Îbadeta Quranê îbadeteke maddî ye”

Kutluay diyar kir ku qurban bi me’neya kelîmeyê tê me’neya nêzbûnê, “Hemû îbadetan îbadetên ku mirovan nêzê Xwedê dike ye. Nimêj wek îbadeta secdeyê dema nêzbûna Xwedê ye. Qurbana îbadetê îbadeteke meddî ye. Di rojên Îda Qurbanê de qurbana ku Hecîyan li Mekkeyî Mukerremeyê jê dikin wacîb e û qurbana herî baş e. Ew qurban jî li herêma heremê tê jêkirin. Pêxeberê me di hedîsekî xwe de dibêje ku benî ademê ku di Îda Qurbanê de bi jêkirina qurbanê emelekî herî xweşik nekirîye. Dema ku qurban tê jêkirin hê xwîna wî li erdê nakeve ew dighêje cîhê xwe yê li cem Xwedê.”

“Me’neya jêkirina Qurbanê nêzbûna ji Xwedê re ye”

Kutluay di dawîya axavtina xwe de weha got, “Meseleya di navbera Habîl û Kabîl ên zarokê Hezretî Adem de di quranê de tê qalkirin. Ew qurbanê jêdikin, Xwedê qurbana Habîl qebûl dike. Em di vî warî de ew ê herî muhîm Hezretê Îbrahîm dibînin. Îbadeta Qurbanê tenê meseleya goşt nîne. Me’neya jêkirina qurbanê nêzbûna ji Xwedê re ye. Însanekî çima qurbanê dide? Ji ber ku Xwedê emir kirîye û ji bona ku ew mirov dixwaze xwe nêzê Xwedê bike ye.” (ÎLKHA)