Awrupa Yetîm Elî ji zarokên erdhejzedeyan re cil û bergan belav kir

Awrupa Yetîm Elîyê ku di çarçoveya “Projeya Poşandina Mihtac û Êtîman” de xebatên ji bo malbatên mihtacan bikar tîne, li Hetayê ji gelek zarokên erdhejzedeyan re cil û bergan belav kir.

Ekleme: 23.06.2023 10:55:35 / Güncelleme: 23.06.2023 10:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Awrupa Yetîm Elîyê ku li Hetayê ji gelek zarokên erdhejzedeyan re cil û bergan belav kir ji kêfxweşîya wan re bû hevpar.

Awrupa Yetîm Elîyê ku ji mirovên mexdûr, mihtac û malbatên mihtacan re destê xwe yê alîkarîyê dirêj dike, bi hatine Îda Qurbanê li gelek cîhan ji xebatên xwe re lezê da.

Di çarçoveya xebatên Îda Qurbanê de Awrupa Yetîm Elî, ji gelek zarokên mihtac re alîkarîya cil û bergan kir û rûyê wan kêfxweş kir.

Zarokên ku di çarçoveya poşandinê de hatin dikanekî a li navçeya Îskenderûnê, li vê derê bi tevî malbatên xwe ji xwe re cil û bergên Îdê standin.

Di bernameyê de bi dehan zarok li gor dilên xwe ji xwe re cil û bergan ecibandin.

Zarokên ku wan cil û bergan standin ji Awrupa Yetîm Elîyê re sipasîyan kirin.

“Em ji roja ewil a erdhejê heta niha micadele kir ku em li cem xelqê xwe bin”

Necîp Onerê Temsîlkarê Hetay yê Awrupa Yetîm Elîyê ku bi tevî alîkarîya xêrxwazan ji kêfa zarokan re dibin hevpar weha got, “Em wek Temsîlkarê Hetayê yê Awrupa Yetîm Elîyê, ji roja ewil a erdhejê heta niha micadele kir ku em li cem xelqê xwe bin. Em ji xêrxwazan re sipasîyan dikin. Di vê warî de heta ku xêrxwazan ji me re alîkarîyên xwe bidomînin em ê jî kêfxweşkirina zarokên êtîman bidomînin.”

“Heta ku lazimatî ji me re hebe em ê li vê derê bin”

Cevdet Dîzlekê Temsîlkarê Edene yê Awrupa Yetîm Elîyê ku di bernameyê de li wê derê bû jî axivî û weha got, “Em wek Awrupa Yetîm Elîyê, li Tirkîyê, li her derê erdhejê bi tevî alîkarîyên xwe yên cil û berg, xwarin, xebatên lêgerîn û xelaskirinê li vê derê heta ku ji destê me hat alîkarîyan kir. Em niha jî ji bona ku zarokên erdhejzedeyan kêfxweş bikin li Îskenderunê ne û hemd ji Xwedê re me ji wan re cil û bergan belav kir. Em ji kêfxweşbûna wan re bûn wesîle. Heta ku ji me re lazimatî hebe em ê li vê derê bin û ji erdhejzedeyan re alîkarîyê bikin.” (ÎLKHA)