Li Tunusê 3 kelekên koçberan bin av bûn: 3 mirî, 12 winda

3 kelekên ku ji başûrê Tunusê derbasî Ewrupayê bibin bi rê ketin û koçber tê de bûn bin av bûn, 3 kes mirin 12 kes jî winda bûn.

Ekleme: 23.06.2023 10:35:34 / Güncelleme: 23.06.2023 10:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fevzi el-Mesmudiyê Berdevkê Dadgeha Eslî ya Yekemîn daxuyand, di nav 48 seatên dawîn de li nêzê bajarê Sfaksê 3 kelekên ku koçber tê de bûn bin av bûn.

Mesmudîyê ku diyar kir ew 152 kesên ku ji kelekê ketine xwarê hatine xelaskirin, cesedê 2 jê pitik 3 kesan jî bidestxistine, ji bo 12 kesên winda jî hêj dixebitin.

Li Tunusê di meha Nîsanê de kelekeke  koçberan bin av bûbû û di encama wê bûyerê de jî 210 koçber miribûn. (ÎLKHA)