Şewata febrîqeyê a li Manîsayê nayê tefandin

Li Manîsayê, midexeleya ekîban a ji şewata febrîqeya ku di Herêma Senayê ya Organîze a Muradîyeyê de derket re hêj didome.

Ekleme: 23.06.2023 10:15:34 / Güncelleme: 23.06.2023 10:15:34 / Xeberen Kurdi / Manisa Haberleri
Destek için 

Bûyer, di Herêma Senayê ya Organîze a Muradîyeyê nav febrîqeyekî de pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di bexçeya tesîsa vegerandinê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewatek derket.

Şewatê ku derket, bi tevî amûrên plastîk û kîmyewî zêdetir bû.

Ji xebatên tefandinê re bi tevî îtfaîyeya Şaredarîya Mezin a Manîsayê ekîbên Şaredarîya Mezin a Îzmîrê jî beşdarî bûn.

3 helîkopterên tefandina şewatê a Midurtîya Herêma Daristanê a Îzmîrê û 5 avreşok jî beşdarî xebatan bûn.

Midexelya ekîban hêna jî didome. (ÎLKHA)