Li navçeya Pêncwênê di encama teqînekê de welatiyekî canê xwe ji dest da

Îro li navçeya Pêncwênê di zeviyeke çandiniyê de welatiyê Îranê yê bi navê Mehdî Celal (35) canê xwe ji dest da.

Ekleme: 22.06.2023 16:05:33 / Güncelleme: 22.06.2023 16:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî bûyerê, dadwerê lêkolînê yê navçeyê, daxwaz ji midûriyeta giştî kir ku serdana cihê bûyerê bike, daku sedem û cureya bûyerê were diyarkirin.

Ji ber vê yekê jî li ser pêşniyara cîgirê rêveberê giştî yê tîma paqijkirina navçeyê Cemal Ebdullah ku serdana cihê bûyerê bike, piştre tîmê sedema wê bûyerê piştrast kir ku bûyer ji ber teqîna bombeyeke çandî derketiye. (ÎLKHA)