Di şerê erd a li Dîyarbekirê hejmarê girtîyan derket 6 kesan

Li Dîyarbekirê, derheqê şerê ji ber lihevnekirina erd a ku 9 kesan canê xwe ji dest dabûn de 3 kesên dinê jî hatin girtin.

Ekleme: 22.06.2023 15:15:28 / Güncelleme: 22.06.2023 15:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê bûyera li Bismila Dîyarbekirê de 3 dozger hatin wezîfedarkirin.

Ji 5 kesên ku di çarçoveya tehqîqatê de hatibûn binçavkirin 3 kesên wan hatin girtin.

Şikdarekî yê ku miameleyê wî ya li cendermeyê temam bû û 2 kesên ku di bûyerê de birîndar bûbûn û di nexweşxaneyê de tedawîyê didîtin ji teref dadgehê ve hatin girtin.

Bi tevî van girtîyan derheqê ev bûyerê de hejmarê girtîyan derket 6 kesan.

Li gundê Şidadê ya navçeya Bismila Dîyarbekirê di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber lihevnekirina erd bi çekan şer derketibû.

Di şerê çekdar de 9 kesan canê xwe ji dest dabûn, 2 kesan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)