Li Meletîyê mirovek ji qata 3yem ket xwarê

Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê mirovê ku di dema eşyayan bar dikir ji qata sêyemîn ji ber windakirina hevsengîya xwe ket xwarê giran birîndar bû.

Ekleme: 22.06.2023 11:20:27 / Güncelleme: 22.06.2023 11:20:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Taxa Bostanbaşa navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mirovê bi navê T.A., di avahîyekî 5 qatî a ku li ser Ceddeya Çîftlîkê ye de dema ku eşyayan bar dikir ji balqona qata 3yemîn hevsengîya xwe winda kir û ket xwarê.

Li ser xeberdayîn ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovê ku giran birîndar bû, piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Meletîyê.

Hat hînbûn ku rewşa mirovê birîndar giran e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)