Destheqê kêmtirînê bû 11 hezar û 402 Lîre

Vedat Işikê Wezîrê Ewlehîya Civak û Xebatê, daxuyand ku destheqê kêmtrînê ya nû bû 11 hezar û 402 Lîre.

Ekleme: 20.06.2023 13:45:30 / Güncelleme: 20.06.2023 13:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîsyona Tespîtkirina Destheqê Kêmtirînê, di çarçoveya xebatên diyarkirina orana zem a navber de cara sêyem cardin hatin cem hev.

Işikhanê Wezîrê Ewlehîya Civak û Xebatê, piştî hevdîtinê destheqê kêmtirîna nû daxuyand.

Işikhan weha axivî, “Wek ku heta ku îro dibû em ê ji vê pê ve jî gavên ji bona ku aştîya civakî û aştîya xebatê biparêzin dê bidomînin. Niha ez heqê destheqê kêmtirînê a nû eşkere dikim. Heqê brût ê ku di dewra duyemîn a sala 2023yan de derbas bibe, heqê wî 13 hezar û 214 lîre, destheqê kêmtirîn yê net jî 11 hezar û 402 lîre hatîye diyarkirin.” (ÎLKHA)