Li Entabê qezaya trafîkê: 3 mirî, 5 birîndar

Li Entabê tirek, mînîbûsek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 5 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.06.2023 10:05:31 / Güncelleme: 20.06.2023 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên êvarê de li nêzê Taxa Yiginliya li ser rêya Mereş-Entabê pêk hat.

Wesayît, li tira ku ji alîyê dinê ve dihat û navê şofêrê wî hêj nehat hînbûn qelibî.

Tira ku ji rê derket, li mînîbûsek qelibî û qulipî.

Di kontrola ku ekîbên tenduristîyê kirin de şofêrê wesayîtê Bedrettîn Zîdan û İsmail Özdemir û Mehmet Apalakê ku di nav mînîbûsê de bûn canê xwe ji dest dan.

Di encama qezayê de 5 kes jî birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)