Li Hindistanê lehî: 5 mirî

Li wîlayeta Racastana Hîndistanê lehî rabû 5 kes mirin.

Ekleme: 19.06.2023 17:30:29 / Güncelleme: 19.06.2023 17:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedaran îfade kirin bayê ku hefteya borî li wîlayeta Gujaratê tesîrdar bûbû vê carê jî li Racastanê tesîrdar bû.

Baranên tund li navçeyên Barmer, Jalore û Sirohi bû sedema lehî û rabûna avê.

Li gorî nûçeyên ku di medyayên mehellî de derketine li Barmerê 2 jê zarok 3 kesan li Jaisalmerê jî kesek fetisîn; yek kes jî di encama lêxistina ceryanê de canê xwe ji dest dan.

Departmana Meteorolojîyê, diyar kir ew ê ev bahoz ziîf bibe û dibe ku heta roja sêşemê ji Racasayê derkeve.

Li gorî rayedaran, ji ber lehîya ku baranê tund bûbû sedem herî kêm  6 hezar kes xwe sipartin kampan. (ÎLKHA)