Girtina pîrekê şîara Îslamê ye

Kemal Kahramanê Waîzê Qoserê ji ÎLKHAyê re derheqê xwe girtina pîrek û zilamên Misilman de axivî, got ku girtina pîrekê wek azanê ji şîarê Îslamê ye.

Ekleme: 19.06.2023 14:45:32 / Güncelleme: 19.06.2023 14:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kahraman diyar kir bi hatina havînê gelek pîrek û zilam ên Misilman li gorî Îslamê cil û bergan li xwe nakin, îfade kir ku Pêxember û pîrekên wî divê di warê cil û bergan û girtinê de mînak bên girtin.

Kahramanê ku derheqê pîrekê Misilman de ku ew li hember namahremên xwe ji cil û bergên xwe re dîqet bike, bal kişand pîreka ku dixwaze xwe bixemilîne encax dikare xwe ji mêrê xwe re bixemilîne.

“Cil û bergên hemû kesan li gorî kevneşopîya wê çêbûye”

Kahraman bal kişand ku Xwedê Teala nimetên ew ê herî mezên yê ku daye zilam û pîrekê yek jî xwe girtin e, “Xwedê Teala ji însanan re gelek nîmetan daye û ji van nîmetan yek jî cil û berg in. Însan ji xûliqandina xwe heta îro bê cil nemaye û tezî nebûye. Însanan her daîm xwe girtine. Ev girtin li gorî qewman û welatan cudayî nîşan daye. Hemû kesan li gorî kevneşopîyên xwe ji xwe re cil û bergan çêkirine. Qewmên ku Îslamîyetê qebûl kirine û bûne Misilman jî wan cil û bergên xwe li gorî Îslamê tertîp kirine. Çîmkî Xwedê Teala him ji zilam re him jî ji pîrekê re emir kirîye ku bê cil dernekevin derve.”

“Îslam ji pîrekê re jî ji zilamê re jî hema hema eynî cîhan emir kirîye ku xwe bigrin”

Kahraman di berdewama axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala derheqê îffetê de di ayeta 30emîn a Sûreya Nûrê de ji Pêxember re weha dibêje ‘Ji zilamên Momin re bibêje, bira çavên xew ji heramê veguherînin û îffetên xwe mihafeze bikin. Ev ji bo wan paqijîye. Xwedê ji tiştên wan hayîdar e.’ Di ayeta 31mîn a Sûreya Nûrê de jî weha gotîye, ‘Ji pîrekên Momin re jî bibêje, bira çavên xwe ji heramê biparêzin û îffetên xwe mihafeze bikin.’ Ji ber vê yekê cîhên wan yên awret divê bên girtin.”

“Zilam û pîrekên Misilman divê îzzet, îffet û namusên xwe mihafeze bikin”

Kahraman axavtina xwe weha domand, “Xwe girtin ji pîrek û hemû Misilmanan re ferz e. Yekê ku dibêje ‘Ez Misilman in û min îman anîtîye’ di Misilmantîya xwe de rasterast be. Niha dema ku em li welatê xwe û bajarên xwe dinhêrin dibînin ku qîz û zarokên Misilmanan di xisusa xwe girtinê de emrê Xwedê bi cîh naynîn. Ev jî mesulîyet e, guneh e, heram e. Pîrek gerek milê xwe, bedena xwe, serê xwe xweyn ji bav, bira, ap û xalan ji tu kesê re nîşan nede û dema ku nîşan bide jî heram e. Dema ku derkevin derve ji wan kesên ku mehra wan li wan tê birîn re xwe nîşan bidin ev ne caîz e, heram e. Ji pîreka zewicandî re jî dibêje ku xemilandina xwe, xweşikîya xwe ji însanên biyanî re na, ji mêrê xwe re bike û nîşan bide. Ji ber vê yekê pîrek û zilamên Misilman divê îzzet, îffet û namusên xwe mihafeze bikin.”

“Dê û bavan divê ku ji zarokên xwe re di biçûkatîyê de xwe girtinê hînê wan bikin”

Kahraman di dawîya axavtina xwe de ji dê û bavan re jî bang kir û weha got, “Dê û bavan divê ku ji zarokên xwe re di biçûkatîyê de xwe girtinê hînê wan bikin. Dema ku ev hessasîyet neyê nîşandan em dibînin ku gelek bûyerên xerab çêdibin. Em ji van bûyeran re îro jî şahid dibin. Tiştên ku wek kitêba Xwedê û sinnetê Pêxember nînin çêdibin û ev jî bi Misilmanan nakeve.” (ÎLKHA)