Li Hindîstanê ji ber pileya germ 98 kes mirin

Li wîlayeta Uttar Pradeşa Hindistanê ji ber pileya germ a bilind di nav 3 rojan de 98 kes mirin.

Ekleme: 18.06.2023 16:09:52 / Güncelleme: 18.06.2023 16:09:52 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Daîreya Meteorolojî ya Hindistanê (IMD), daxuyand ku li herêma Ballîayê pileya germahîyê li gorî demsalê zêde bûye û 42,2 pileye.

Rayedarên tenduristîyê li wîlayeta Uttar Pradeşê li ser mirinan hişyarîyan dan. Li wîleyatê ji ber germa ku tesîrdar e di nav 3 rojan de 98 kes canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin kesên ku mirine ji 60 salî mezintir in.

Pileya germ ji ber ku di temînkirina avê de pirsgirêkan derdixe bi milyonan însan ji ev rewşê bi xerabî tesîrdar dibe. (ÎLKHA)