Li Îranê lehî: 7 mirî

Li wîlayeta Erdebîla Îranê ji ber barana tund lehî pêk hat, herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.06.2023 14:05:32 / Güncelleme: 18.06.2023 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Îranê ve hat daxuyandin li 12 wîlayetên welat baraneke tund tesîrdar bûn.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di felaketa lehîyê de li Erdebîlê 7 kes canê xwe ji dest dan.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber baranên ku hefteya borî  barî û lehîyên ku li 12 wîlayetan pêk hatin ji 5 hezar û 195 mexduran re alîkarî hat kirin. Ji 111 kesan re alîkarîya warên borî hat kirin. Li wîlayeta Erdebîlê jî ji 5 hezar û 30 mexduran re alîkarî hat kirin.”

Hat destnîşankirin ku li bajara Çalusa ku nêzê Behra Hazarê ya Tehranê ye du kes winda bûn û ji bona ku ew kesan bên dîtin xebat didomin. (ÎLKHA)



Etiketler: