Li Dîyarbekirê derheqê pevçûna erd de 5 kes hatin binçavkirin

Li Dîyarbekirê, derheqê şerê ku ji ber lihevnekirina erdan derket û 9 kesan mirin de 5 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 16.06.2023 14:05:31 / Güncelleme: 16.06.2023 14:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê şerê ku li navçeya Bismila Dîyarbekirê ku ji ber lihevnekirina erdan derket û 9 kesan mirin de 5 şikdar hatin binçavkirin.

Li gundê Şidadê ya navçeya Bismilê, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber lihevnekirina erdan şer derketibû.

Di encama wê şerê de 9 kes canê xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)