Nêçîrvan Barzanî: Ji bo ku hilbijartin bi lez û bez bê kirin divê gav bên avêtin

Nêçîrvan Barzanî, derheqê hilbijartina Herêma Kurdistanê de got ku, “Ji bona ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bê kirin divê gav bên avêtin.”

Ekleme: 16.06.2023 13:50:30 / Güncelleme: 16.06.2023 13:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi endamên Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serbixwe ya Iraqê re hat cem hev, îfade kir ku bi lez û bez ji bo hilbijartina Herêma Kurdistanê gav bê avêtin.

Di daxuyanîya ku derheqê hevdîtina Serokatîya Herêma Kurdistanê de hat dayîn de Nêçîrvan Barzanî, weha got, “Ji bona ku hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bê kirin divê gav bên avêtin.”

Barzanî, ji bona ku pêvajoya hilbijartinê bi sefirazî encam bibe ew bi hemû alîyên Herêma Kurdistanê amade ne. (ÎLKHA)