Li Bismilê hejmarê mirîyan derket 9 kesan

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê hejmarê mirovên ku di şerê lihevnekirina erd de canê xwe ji dest dane derket 9 kesan.

Ekleme: 15.06.2023 15:25:35 / Güncelleme: 15.06.2023 15:25:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Şidada navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber lihevnekirina erdan gelemşe derket û bi çekan pevçûn pêk hat.

Di encama şerê ku çek hatin derxistin de 8 kesan wefat kiribûn 3 kesan jî birîndar bûbûn. Lê li gorî agahîyên nû hejmarê mirîyan derket 9 kesan û tedawîyê 2 birîndaran jî hêj didome.

Hat hînbûn ku bûyer ji ber 200 donim erd derketîye û di şer de keleşkof hatine şixulandin.

Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên cenderme hatin sewqkirin. Endamên ewlehîyê li gund tedbîreke mezin girt, cenderme jî ji bo tedbîrê helîkopterek jî rakir pîya. Polês jî li nexweşxaneyan tedbîreke mezin girtîye.

Hat hînbûn bi dehan donim erd jî ji ber şewata ku di dema bûyerê de hatîye derxistin bûye wek xwelîyê.

Hat destnîşankirin ku di nav malbatan de ji berê ve lihevnekirina erdan hebûye, ev mesele ji bo ku bê çareserkirin, ji rayedar û rîspîyan re jî hatîye sewqkirin, encax herdu alî jî pêşnîyazên çareserîyê qebûl nekirine. (ÎLKHA)