Îşxalkerên sîyonîst ciwanekî Filistînî şehîd kir

Leşkerên rejîma îşxalker, li bajarê Nablusa Şerîaya Rojavayê Filistînîyekî şehîd kir, 2 Filistînîyan jî birîndar kir.

Ekleme: 15.06.2023 11:50:33 / Güncelleme: 15.06.2023 11:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên mirovên ku bûyerê dîtine dane, di navbera leşkerên rejîma îşxalker yên ku li Nablusê xanîyekî dorpêç kirine û Filistînîyan de pevçûnek pêk hat.

Di êrîşa leşkerên îşlxalkeran a ku bi çek û bombeyan kirin de Xelîl Yehya Enîsê 20 salî  şehîd ket û 2 Filistînî jî birîndar bûn.

Bi tevî şehadeta Xelîl Yehya Enîs, li Xezze û Şerîaya Rojava 26 jê zarok tev de 161 Filistînî, ji teref îşxalkeran ve hatine şehîdkirin.

Xeyn ji ev agahîyê rejima îşxalker ji bona ku xanîyê Usame Tawîlê ku di 13ê Sibatê de esîr girtibû xera bike Taxa Rafîdyeyê jî dorpêç kirîye.

Piştî çend seatan îşxalkeran, xanîyê Tawîlê jî xera kirin.

Di encama bûyerên ku derketin de herî kêm 170 kes, ji ber bombeyên xazê yên ku sîyonîstên îşxalker avêtine talûkeya mirinê derbas kirin. (ÎLKHA)