Bi fuzeyan êrîşî Ukraynayê hat kirin: 3 mirî, 25 birîndar

Di encama êrîşa ku tê îddîakirin Rusya bi fuzeyan êrîşî Ukraynayê kirîye de 3 kesan mirin, 25 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.06.2023 10:30:32 / Güncelleme: 13.06.2023 10:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîyê Dnipropetrovsk a Ukraynayê Serhiy Lisak, derheqê êrîşa Fuzeyê de daxuyanî da. Lîsak, destnîşankir ku di êrîşê de avahîyeke 5 qatî hatîye hedefgirtin û herî kêm 3 kesan mirine û 25 kesan jî birîndar bûne.

Lîsak, got ku “Hêj di bin kavilan de mirov hene” û xebatên xelaskirinê didomin. (ÎLKHA)