136 koçberên Efxenî ji welatên xwe re hatin şandin

Midurtîya Giştî ya Îdareya Koçê, destnîşan kir ku 136 koçberên ku bi rêyên neqanûnî ketine nav Tirkîyê ji welatên xwe re hatin şandin.

Ekleme: 12.06.2023 17:35:31 / Güncelleme: 12.06.2023 17:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Giştî ya Îdareya Koçê ve hat belavkirin de, hat ragihandin operasyonên di çarçoveya micadeleya bi koçên neqanûnî de didome.

Hat diyarkirin ku 136 koçber ji Balafirgeha Esenbogayê bi balafira aîdê Efxenistanê ji welatên wan re hatin şîyandin.

Ji serê salê vir ve ji welat 42 hezar û 685 koçberên neqanûnî ji welatên xwe re hatin şandin. (ÎLKHA)