100 donim erdê genim bû wek xwelîyê

Li navçeya Farqîna Dîyarbekirê di nav 100 donim erd de ji ber çirûska ku ji bîçerê derket şewat derket.

Ekleme: 12.06.2023 15:45:31 / Güncelleme: 12.06.2023 15:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, li gundê Çirika Farqînê di nav erdê genim de derket. Li gorî agahîyên ku hatine bidetxitsin, di nav erdê genim de ji ber çirûska ku ji bîçerê derket şewat derket. Şewat di demeke kurt de bi tesîra bayê gelek zêde bû û belav bû.

Piştî şewatê ji ekîbên îtfaîyeyê re xeber hat şîyandin. Gundîyan jî bi tevî traktorên xwe midexeleyê şewatê kirin.

Kontrola ku piştî şewatê hat kirin li gorî diyarîyên ewil 100 donim erdê genim bûye wek xwelîyê. (ÎLKHA)