Amerîka li Sûrîyeyê sîvîlek kuşt

Artêşa Amerîkayê li Hesiçê di encama êrîşekî de sîvîlek kuşt.

Ekleme: 12.06.2023 12:10:09 / Güncelleme: 12.06.2023 12:10:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyayên rejîma Sûrîyê, artêşa Amerîkayê li Hesiçê bi tevî YPG/HSD yê ku milê PKKê ye di hewayê de êrîşek li dar xist.

Leşkerên Amerîkayê dema ku êrîşî gundê Salhamê kirin ji alîyên şênîyan re gelek guleyan reşandin. Li gorî mirovên ku bûyerê dîtin hat îfadekirin ku herî kêm sîvîlek canê xwe ji dest da, çend kesan jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku leşkerên Amerîkayê di dema êrîşê de çend kesên ku wan digerîyan jî bi xwe re birin.

Di meha Çileyê de jî leşkerên Amerîkayê êrîşî Deyrezorê kiribûn û di wê êrîşê de jî 2 sîvîlan kuştibûn, bi dehan kesan jî birîndar kiribûn. (ÎLKHA)