Li Sêwasê 40 berxik bi avê ve çûn

Li navçeya Bilekana Sêwasê doh ji ber lehîyê 7 xanî zerarê dîtin û 40 berxik jî bi avê ve çûn û telifîn.

Ekleme: 12.06.2023 12:05:39 / Güncelleme: 12.06.2023 12:05:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yilmaz Şîmşekê Walîyê Sêwasê, Gundê Karaagaçê ku ji ber lehîyê zerarê dîtibû zîyaret kir.

Şîmşekê ku xanî, erdên çandinî û serayên ji lehîyê zerarê dîtibûn zîyaret kir, li ev derê jî ji welatîyan re daxwazîya derbasîyê da.

Şîmşek piştî zîyaretê axavtinek kir û weha got, “Li gundê me yê Aksuyê mixabin 40 berxik telifîne. Di serayan de hinek xesar hene, me wan jî li cîhê wan lêkolîn kir. Hevalên me dest bi xebatên eşkerekirina xesaran kirin, li alîyekî DSÎ, li alîyekî jî Îdareya Taybet ya Bajêr midexeleyên hewce dikin. Em ji bona ku cardin felaketên ewakî neynê jîyandin xebatan dikin.” (ÎLKHA)