Li Misirê kelek şewitî: 3 winda

Li Misirê di encama agira ku di nav kelekekî de derket de 3 kesan winda bûn.

Ekleme: 12.06.2023 11:55:45 / Güncelleme: 12.06.2023 11:55:45 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Keleka bi navê Hurrîcane li alîyê Marsa Alamê şewitî.

26 kes yên ku di nav kelekê de bûn hatin xelaskirin, ji ber şewatê 3 kes jî winda ne.

Dozgerî, derheqê şewatê de tehqîqat da destpêkirin û li gorî diyarîyên ewil di daîreya makîneyê de ji ber ceryanê ev şewat derketîye.

Ji bo 3 kesên winda jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin. (ÎLKHA)