Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê qerar da ku 400 milyar dînar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.
Faris Îsa destnîşan kir, ev pere dê wek deyn ji Herêma Kurdistanê re bê şandin û piştî pesendkirina projeyasaya budceya Iraqê, dê mehane ji pişka Herêma Kurdistanê were birîn.
Şandina vê birê pereyan di demekê de ye, Parlamentoya Iraqê roja 6ê Hezîrana 2023an maddeya 12 ya projeyasaya bûdceyê pesend kir ku tê de pişka Herêma Kurdistanê bi rêjeya %12.67 hatiye destnîşankirin. (ÎLKHA)