Mîdîbûsa leşkerî qelibî: 10 birîndar

Li Afyonê mîdîbûsa leşkerî qelibî, di encama qezayê de 10 leşker birîndar bûn.

Ekleme: 12.06.2023 10:25:37 / Güncelleme: 12.06.2023 10:25:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li ser rêya Afyon-Qonyayê pêk hat.

Mîdîbûsa leşkerî ya ku di bin kontrola S.K.H. de bû û li alîyê Îzmîrê diçû, li alîyê Gumuşkentê qelibî.

Di encama qezayê de 2 jê şofêrên sîvîl, 8 jê leşker bi tevahî 10 kesan birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)