Zarokê ku ket nav Çemê Firatê fetisî

Li navçeya Hewaga Rihayê zarokekî ket nav Çemê Firatê, fetisî û canê xwe ji dest da.

Ekleme: 11.06.2023 16:45:33 / Güncelleme: 11.06.2023 16:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Gundê Safê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Zîya K.yê 12 salî, ji bona ku xwe hênik bike ket nav Çemê Firatê.

Zarokê ku hat destnîşankirin sobeberyê nizane, di demeke kin de di nav avê de winda bû.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîban hatin sewqkirin.

Ekîban di encama xebatê de xwe gihandin zarokê. (ÎLKHA)