Li Pakîstanê pevçûn: 3 leşker canê xwe ji dest dan

Di pevçûna ku li wîlayeta Xeyber-Paxtunkhwa ya Pakistanê derket de 3 leşker canê xwe ji dest dan û 3 êrîşdar jî hatin kuştin.

Ekleme: 11.06.2023 15:30:39 / Güncelleme: 11.06.2023 15:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li herêma Wezîristana Bakur a bajarê Xeyber Paxtunkhwa qewimî.

Li gorî daxuyaniya artêşa Pakistanê di navbera leşker û komek çekdar de pevçûn derket.

Di pevçûnê de 3 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku di pevçûnê de 3 êrîşkarên çekdar jî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çek û cebilxaneyên êrîşkarên ku hatine qetilkirin hatine bidestxistin. (ÎLKHA)