Rûsya êrîşî Odessayê kir: 3 mirî, 27 birîndar

Hat diyarkirin ku di encama êrîşa artêşa Rûsyayê ya li herêma Odessa ya Ukraynayê de 3 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.06.2023 11:15:31 / Güncelleme: 11.06.2023 11:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ya li ser mijarê, artêşa Rûsyayê bi fûzeyên krûz, fuzeyên balîstîk ên Îskander û pêgerên hewayî yên bêmirov (ÎHA) herêmên Xarkov û Odessa hedef girtin.

Pergalên parastina hewayî bi 2 fuzeyên krûzê 20 balafirên bêmirov xistin xwarê.

Li Odessa di dema ku parçeyên drone yên hatin rûxandin li apartmanekê ketin, 3 sivîlan canê xwe ji dest dan û 27 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa li ser herêma Poltavayê de balafirgeha leşkerî ya Myrhorodê hat hedefgirtin. (ÎLKHA)